Xwepêşadanên li Îranê belav dibin: Trump û rayedarên Tehranê gef li hev dixwin

Xwepêşandanên ku li Tehran û bajarên din hatin destpêkirin, belavî seranserê welêt bû. Dema ku xwepêşandan dewam dikin, Serokê DYA Trump û rayedarên Îranê gef li hev dixwin.

Xwepêşandanên ku li Îranê ji aliyê esnafên Sûka Tehranê ve yên li hemberî kêmbûna nirxê riyalê ya li hemberî dowîzê û zêdebûna buhayê tiştan hate destpêkirin, belavî seranserê welêt dibe. Xwepêşandanên ku li qada Bazarekî paytext Tehranê destpê kirin, gihişt bajarên wekî Karac, Şiraz, İsfahan, Meşhed, Kirman û Keşmê.

Di roja 6’emîn de, xwepêşandanan li eyaletên Tehran, Îsfahan û Şîrazê careke din destpê kirin. Gel tevî êrîşên polîsan jî xwepêşandanên xwe didomînin. Li bajarê Babolê jî gel du caran tevlî xwepêşandanan bûn. Li aliyê din, hate ragihandin ku li Mervdeşê gel qereqola bi hejmar 11 desteser kirine.

Jinên ku pêşengî ji xwepêşandanan re dikin, dirûşmeyên, “Ji dîktatorê re mirin”, “Ji bo rûmetê” û bi Kurdî “Jin, Jiyan, Azadî” berzkirin. Hate ragihandin ku li bajarê Kirmaşan a Rojhilatê, hêzên rejîmê rasterast gule li gel barandine û kamerayên çavdêriyê yên li qada protestoyê hatine şikandin. Li bajarê Kum jî wesayîta kesekî ku tê îdiakirin sixûrî ji bo rejîmê dike, hate şewitandin.

Serokê DYA’yê Donald Trump di daxuyaniya xwe ya Truth Social de wiha got, “Ger Îran tundiyê li dijî xwepêşanderên aştiyane bi kar bîne, Dewletên Yekbûyî yên Amerikayê amade ye ku destwerdanê bike.”

Sekreterê Konseya Ewlehiya Bilind a Neteweyî Elî Laricanî jî di parvekirina xwe ya li ser X’ê de, DYA û Îsraîlê bi geşkirina xwepêşandanan sûcdar kir. Laricanî wiha got, “Destwerdana Amerîkayê ya li vê meseleya navxweyî li herêmê kaosê dike û zirarê dide berjewendiyên Amerîkayê. Gelê DYA’yê divê bizanibe ku Trump e ku ev macerayê daye destpêkirin.”

Şêwirmendê lîderê olî yê Îranê Hamaney, Elî Şamxanî jî ev hişyarî da, “Gelê Îranê, hewldanên ‘rizgarkirinê’ yên Amerîkayê ya ji Iraq û Efxanîstanê heta Xezeyê dizane. Her destê destwerdanê li ser ewlehiya Îranê dike, wê were jêkirin.”

Xwepêşandanên ku roja Yekşemê li Îranê, piştî kêmbûna zêde ya pere hat destpêkirin, asta krîza aborî ya welêt nîşan da. Niha 1 dolar, nêzî 1, 4 milyon riyal e. Hate diyarkirin ku di bûyerên ku roja Pêncşemê li gelek bajaran qewimî de, 7 kes jiyana xwe ji dest dane.